Serokê Meclisa Tirkiyeyê: Hilbijartin dê di dema xwe de çêbibin

30 May 2022 15:13 0 dîtin
Serokê Meclisa Tirkiyeyê: Hilbijartin dê di dema xwe de çêbibin

PeyamaKurd-Serokê Meclisa Tirkiyeyê Mustafa Şentop, îdiayên li ser hilbijartinên pêşwext nirxandin. Şentop da zanîn ku li gorî pergala heyî, nabe ku hilbijartin pêşwext çêbibe.

Mustafa Şentop, dawî li nîqaş û îdiayên hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê hanî û qala pergala heyî ya Tirkiyeyê kir. Şentop got, “Di siyasetê de ji bo ku rojeva dengdêran germ were hiştin, gotinên ‘hilbijartina pêşwext’ tên bikaranîn. Niha yan bi biryara Serokomar yan jî piraniyê ev biryar tê bidestxistin. Bi guherîna makezagona nû re dibetiya hilbijartina pêşwext ji bin ve ji holê radibe. Ji ber ku ji pergala nû nayê fêmkirin, loma ev rewş çêdibe. Ez wisa bawer dikim ku dê hilbijartin di dema xwe de çêbibin.”