Serokê Meclisa Finlandiyayê, çûna xwe ya Tirkiyeyê betal kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, piştî ku serdana Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen a ji bo Tirkiyeyê hat betalkirin, Serokê Parlamentoya Finlandiyayê jî serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kir.
Beriya niha di çalakiya ku 11ê Çile li paytexta Swêdê Stockholmê hat lidarxistin de modela Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan li ber avahiya şaredariyê ji stûnê hatibû daliqandin û ew kêlî li ser medyaya civakî hatin parvekirin.
Li ser vê yekê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di daxuyanîya ku dabû de destnîşan kiribû ku "Me li Swêdê propagandayeke din a PKK/YPGê dît. Ya rastî ev kiryareke ku hem nijadperestî û hem jî sûcên nefretê tê de ye."
Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Mustafa Şentop jî di 17ê Çileyê de serdana hevtayê xwe yê Swêdî Norlen betal kiribû.
Li ser vê helwesta Tirkiyeyê, Serokê Meclisa Finlandiyayê Matti Vanhanen di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala dewletê YLEyê de diyar kir ku ew ê neçe Tirkiyeyê û got,
“Me plan kiribû ku em bi hev re bi balafira dewleta Swêdê bifirin. Ji ber vê yekê ji hêla teknîkî ve ne pêkan e ku ez bi tena serê xwe rêwîtiya ber bi Tirkiyeyê ve bikim.”
Nirxandinên ku li Enqereyê tên kirin jî nîşan didin ku çalakiyên ku Erdogan dikin hedef, erêkirina NATOyê ji bo herdu welatan zehmet dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin