Roj û dema hilbijartina serokê Kurdistanê eskere bû
PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dema civîna Parlamentoya Kurdistanê ya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî diyar kir.
Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi fermî hemû endamê Parlamentoya Kurdistanê vexwendin civînê û da xuyakirin ku rûniştina hilbijartina serok dê roja 28.05.2019ê li demjimêr 11:00 pêk bê.
Hat zanîn ku dê rûniştina parlamenê tenê ji bo hilbijartina serok be.
Namzetên ku ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bo hilbijartina seroktiyê hatibûn eşkerekirin ev in:
1- Nêçîrvan Îdris Mistefa Barzanî
2- Umêd Abdulselam Qadir
3- Mihemed Hemesalih Omer
4- Rêbwar Ezîz Mistefa
5- Hîwa Abdullah Xidir

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin