Serokê Kurdistanê sibe tê hilbijartin; Dema pêkanîna kabîneya nû eskere bû
PeyamaKurd – Çavkaniyeke ji Parlamentoya Kurdistanê ji medya Kurdistanê re ragihand ku dema erkdarkirina Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar bûye.
SEROKÊ KURDISTANÊ SIBE TÊ HILBIJARTIN
Tê çaverêkirin di rûniştina sibehê ya sibe (28.05.2019) de, li Parlamentoya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî wekî serokê nû yê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin.
NÊÇÎRVAN BARZANÎ 10Ê HEZÎRANÊ SONDA YASAYÎ DIXWE
Roja 10ê Hezîrana 2019an jî bi merasîmeke li salona Şehîd Saed Ebdula, dê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî bixwe û piştre bi beşdariya hejmarek zêde ya berpirsên hikûmetê û nûnerên welatan û aliyên siyasî wê gotara xwe ya dest bikarkirinê pêşkeş bike.
11Ê HEZÎRANÊ MESRÛR BARZANÎ JI BO KABÎNEYA NÛ TÊ ERKDAR KIRIN
11ê Hezîranê jî (11.06.2019) fraksiyona PDKê dê ji bo serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî di civîna parlamentoyê de bike namzed û piştre jî serokê herêma Kurdistanê dê wî erkdar bike daku kabîneya nû di heyama mehekê de pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin