WHO: Pêwendiya me bi Nexwesxaneya Sîfayê re qut bû
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku ew ji ber hêrişên li ser Nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezzeyê bi gazin in û da zanîn ku êdî gihîştina vê nexweşxaneyê ne pêkan e.
Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyaniya xwe di derbarê hêrişa artêşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya Şîfayê diyar kir ku ew êdî nikarin bi xebatkarên WHOyê re têkiliyê deynin û di derbarê rewşa nexweşan de agahiyan werbigirin.
Ghebreyesus got: "WHO û hevkarên me têkiliya xwe bi personelê bijîjkî re li Nexweşxaneya Şîfa ya li bakurê Xezayê ji destpêka dorpêçkirina domdar ve wenda kirine, û em di derbarê rewşa nexweşên vê nexweşxaneyê de di lêgerîna agahiyan de ne. Agahiyên ku tên ber dest, xuya dikin ku xebatkarên tendurustiyê hatine desteserkirin.
Serdana ku îro ji bo Nexweşxaneya Şîfayê hatibû plankirin, ji ber nebûna ewlehiyê hate betalkirin. Van êrişên domdar dikarin bandorê li ser fonksiyona nexweşxaneyê bikin û mirovan ji lênihêrîna krîtîk a rizgarkirina jiyanê bêpar bikin. Em dubare dibêjin; Nexweşxane ne qadên şer in. Divê ew li gorî yasayên mirovî yên navneteweyî bêne parastin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin