Sûriye | Pêwendiya înternetê ya Dera û Siwêdayê hate birîn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî zêdebûna aloziya li herêmên beravên Sûriyê, li Deraa û Siwêdayê jî pêwendî û internet qût bûne.
Çavkaniyên herêmê ragihandine ku pêwendî piştî aloziyên ewlehiyê yên li herêmên başûrê Sûriyeyê û bangên xwepêşandanên piştgiriya xelkê herêmên beravî hatiye birîn.
Beşa pêwendiyan a Derayê ku girêdayî desthilata Şamê ye, daye xuyakirin ku kabloya optîkî ya ku Daraa û Şamê girêdide qut bûye.
Herwiha destnîşan kir ku vegerandina pêwendiyan girêdayî dabînkirina pêdiviyên pêwîst ên temamkirina sererastkirinê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin