Îsraîlê li dijî Nexwesxaneya Sîfayê operasyona leskerî da destpêkirin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand, li dijî beşeke navenda tenduristiyê ya Şîfa ya li Şerîda Xezzeyê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê ya medyaya civakî de ragihand, li dijî beşeke navenda tenduristiyê ya Şîfayê operasyoneke leşkerî hatiye lidarxistin.
Adraee diyar kir ku beriya operasyonê ev mijar ji midûriyeta nexweşxaneyê re hatiye ragihandin û îdia kir, operasyon li welatiyan, ekîbên tenduristiyê û nexweşên li nexweşxaneyê nehatine hedefgirtin.
Adraee got, beriya operasyonê ji bo ku nexweşxane, ji nexweş û penaberan vala bikin, xebat hatin kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku derbarê destpêkirina operasyonê de agahî dane Nexweşxaneya Şîfayê.
Rêvebirê Nexweşxaneya Şîfayê Munîr El-Berş ku di weşana zindî ya televîzyona El-Cezîre de diyar kir, gule û bomberdûmana li dijî nexweşxaneyê didome.
El-Berş got, "Eger em bijîn, em ê erka xwe bidomînin, eger şehîd bibin em ê li bihuştê hev bibînin."
Sivîlên ku ji hundirê nexweşxaneyê beşdarî telefonên zindî bûn, diyar kirin ku ji ber êrîşan li korîdorên hundir ên nexweşxaneyê, dûrî caman dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin