Îsraîlê li dijî Xazzê operasyona hewayî da destpêkirin!

30 May 2018 11:00 0 dîtin
Îsraîlê li dijî Xazzê operasyona hewayî da destpêkirin!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku duh sibehê ji aliyê Xazzê ve hinek roket ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Li dijî vê tevgerê balafirên şer yên Îsraîlê li ser Xazzê êrîşeke hewayî dane destpêkirin.

Li gorî agahiyan balafirên Îsraîlê li Xazzê 25 nuqteyên HAMASê û gelek tûnel jî hedef girtin. Ji aliyê Xazzê ve jî hinek top û roket bi aliyê Îsraîlê ve hatin avêtin. Li Îsraîlê sîren hatin lêxistin.

Ji ber bombebarana balafiran, gelê Xazzê daketine hawing û bodroman.

Li gorî agahiyên dawî gelek herêmên sivîlan jî bûne hedefên balafirên Îsraîlê, lê belê heta niha di derbarê mirî û birîndaran de ti agahî nehatine dayîn.