“Hêzên Erebî wek besek ji Hevpeymaniya Navdewletî dikare were”
PeyamaKurd - Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand, ku gotûbêjên wan û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şandina hêzên Erebî li bakurê Sûriyeyê bi cî bikin dewam dikin û got, "Ew hêz(Hêzên Erebî) dikarin di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de werin."
Hatibû ragihandin, ku şandeyeke eskerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li bajarokê Eyn Îsayê bi YPGê re civiyaye da ku îhtimala hatina hêzên erebî bo herêmên di bin kontrola HSDê de ku YPG pêşengiya wê dike.
Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji Erebî 21ê re ragihandiye ku: "niha gotûbêj derbarê mijarê de dewam dikin. Helwesta birêvberiya Kurdî ji pêşniyara Amerîkî ya şandina hêzên Erebî bo Sûriyeyê, têkilîdarî wê yekê ye; ku wekî merc, ew dewletên Erebî beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bin û di wê çarçoveyê de werin.Ev biryar jî ya wan e"
Xelîl naveroka gotûbêjan eşkere nekir û negot bê ew hêzên Erebî dê li kû bi cih bibin û yên kîjan welatî ne. Rayedarê Rojavayê wiha got: "Em bi wek keyaneke yekgirtî bi hevpeymaniyê re didin û distînin. Ew hevpeymanî dikare diyar bike bê hêz çi ne û dê biçin kû".
Şêwirmenda Ragihandinê ya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî, Buseyina Şabanê bi televizyona RTyê re axiftibû û gotibû, "ew nûçeyên ketine medyayê ku Trump bang kiriye, hêzên Amerîkî (yên li Sûriyeyê) bi hevpeymaniyeke Erebî re biguherîne, tiştekî gelek seyr e"

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin