SOHR: Di êrîsa ser milîsên Îranê de sîstema mosekan hat ruxandin û 12 çekdar birîndar bûn
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) derbarê bombebarana balafirên şer ên nenas bi ser xalên milîsên Îranî de, li çolistana El-Meyadîn ragihand, moşekên ji erdê bo erdê yên milîsên îranî hatin rûxandin û 12 kes jî birîndar bûn.
SOHRê da xuyakirin, di encama bombebarana balafirên şer ên li dijî xalên komên alîgirên Îranê yên li herêma El-Mezarî ya li çolistana El-Meyadîn de, qaîdeyên moşekên ji erdê bo erdê yên li Îranê hatine çêkirin hatin rûxandin.
Herwiha SOHRê diyar kir ku herî kêm 12 milîsên Îranê yên ne ji Sûriyê birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Şîfa ya girêdayî bajarê El-Meyadînê ku niha milîsên îranî herêm dorpêç kirine û serferber bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin