SOHR: Bi vekisîna hêzên Rûsî re karwaneke milîsên Îranê derbasî Sehbayê bû
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî Rûsyayê hêzên xwe ji navçeya Şehba ya Efrînê vekişandin, milîsên çekdar ên Îranê derbasî herêma Şehbayê bûne.
Li gorî agahiyên SOHRê ku dispêre çavkaniyên ji bakurê Helebê karwaneke leşkerî ya alîgirên Îranê îro 14ê Nîsanê danê sibehê derbasî herêma Şehbayê ya bakurê Helebê bûne ku çekên giran û alavên lojîstîk di wê karwanê de hebûn.
Çavkaniyan daye zanîn ku armanca sereke ya derbasbûna hêzên girêdayî Îranê, parastina bajarokên Nubul û Zehra ye ku welatiyên Şîe tê de dijîn.
SOHRê doh 13ê Nîsanê jî vekişîna karwanên hêzên Rûsyayê ji baregehên Til Rifet û Keştear ên bakurê Helebê rapor kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin