Hêzên Rûsî pistî vekisîna hefteyekê dîsa vegeriyan Eyn Îsayê
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rûsî yên roja Yekşemê ji bo fişarê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çêbikin ji bajaroka Eyn Îsayê vekişiyabûn, car din vegeriyan baregehên xwe yên li Eyn Îsayê.
SOHRê diyar kiriye ku hêzên rûsî car din alên xwe li baregehan bilind kirine û hêzên xwe bicih kirine, lê li ser sedema vegerê ti agahî nedan.
Vekişîna hêzên rûsî ji aliyê HSDê ve wekî xweşkirina zemîna êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdar dihat nirxandin.
Herwiha li gorî SOHRê Rûsyayê bi vekişînê re dixwest fişarê li ser HSDê çêbike daku Kampa Eyn Îsa û gundên Muallak, Cehbel, es-Sayda û Muşeyrefe radestî rejîmê bikin. Dîsa dihat îdiakirin ku rûsan dixwest çoltera Eyn Îsayê jî bo hêzên tirk were radestkirin.
Li gorî îdiayan piştî HSDê ew daxwaz red kirin Rûsya ji herêmê vekişiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin