Di navbera Talîbanê û Îranê de alozî derket: Dest danîn ser masîneya pasdaran

24 April 2022 16:40 0 dîtin
Di navbera Talîbanê û Îranê de alozî derket: Dest danîn ser masîneya pasdaran

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzî sînorê Îranê, di navbera Hêzên Talîban û hêza parastina sînorî ya Îranê de alozî çêbû û hêzên Talîbanê dest danî maşîna hêzên parastina sînorî ya pasdarên Îranê.

Li gorî ragihandina Euro Newsê, hêzên parastina sînorî yên Îranê li bajarê sînorî yê Îslam Qeleyê, rêgirî ji hatina hêzên Talibanê re kirine ku di encamê de alozî çêbûye û hêzên Talîbanê dest danîne maşîna hêzên parastina sînorî yên Îranê girtiye, lê ti zaniyariyek zêdetir nehatiye belavkirin.

Hatiye diyarkirin, piştî vê aloziyê, sînorê Îslam Qeleyê ji bo çûnûhatinê hatiye girtin.