Trump li dijî ye ku roja sondxwarinê Ala Amerîka bê daxistin

05 January 2025 14:24 0 dîtin
Trump li dijî ye ku roja sondxwarinê Ala Amerîka bê daxistin

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ku 20ê Çileyê serokatiyê ji Joe Biden dewr distîne, li ser biryara daxistina Ala Amerîkayê li ser mirina serokê berê Jimmy Carter nerazîbûn nîşan da.

Li gorî nûçeyê Serokê niha Joe Biden, ji roja 29ê Kanûna 2024an ango roja mirina Jimmy Carter heta 30 rojan biryara daxistina nîvî ya alên Amerîka li saziyên dewletê daye.

Trump jî ragihandiye ku ew dê 9ê Çileyê beşdarî merasîma bîranîna Carter li Washingtonê bibe, lê îtiraz li daxistina nîvî ya Ala Amerîkayê kir.

Trump got: “Demokrat li wê dema merasîma destbikarbûna min, pir pê xweş in ku ala me ya Amerîkayê daxînin.”

Trump herwiha da zanîn ku cara yekem e dema merasîma sondxwarinê ya destbikarbûna serokekî  ala Amerîkayê tê daxistin.