Êrîseke din li dijî baregehên Amerîkayê yên li Rojava!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li dijî baregehên Harab Cir û Omer ên zeviyên petrolê yên ku hêzên Amerîkî li Dêrezor û Hesekê lê bicih bûne, bi çekên bejahî êrîşek hatiye kirin.
Baregeha artêşa Amerîkayê ya li Balafirgeha Harab Cir a bajarê Hesekê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava û baregeha Omer ya petrolê ya li Dêrezorê bi çekên bejahî êrîş kirin.
Hat zanîn ku di êrîşan de roket li baregehan û derdora wan ketine, lê derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.
Li derdora baregehê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Balafirên bi eslê xwe ne diyar di navbera 3-10 û 14ê Cotmehê de cih û karwanên komên ku Îran piştgiriya wan dike li El-Bûkemal û rojhilatê wê herêmên Harabeş, Herrî û Humeyda kirin hedef.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin