Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê careke din diyar kir ku ew ê êrîsî Îranê bikin

10 October 2024 08:36 0 dîtin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê careke din diyar kir ku ew ê êrîsî Îranê bikin

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya The Times of Israelê, Gallant di serdana xwe ya Yekîneya 9900 a li Midûriyeta Îstixbaratê ya artêşa Îsraîlê de, têkildarî êrîşa muhtemel a Îsraîlê ya li ser Îranê daxuyaniyek da.

Gallant îdia kir ku heke Îsraîl êrîş bike Îran wê "fêhm neke ka çi hat û çawa bû" û tehdîd kir ku êrîş wê "kujer, hesas û bi taybetî jî sosret" be.

Gallant diyar kir ku tevahiya fermandariya leşkerî li ser êrîşa li ser Îranê ye, Gallant angaşt kir ku êrîşa Îranê ya hefteya borî "êrîşker" bû lê "serneket" ji ber ku ew xelet bûn.

Îranê di 1ê Cotmehê de êrîşeke moşekî bir ser Îsraîlê. Rêveberiya Tel Avîvê ragihand ku ew ê bersiva vê êrîşa Îranê bidin.