Serokên Îstixbaratên Tirkiye û Sûriyê li Bexdayê dicivin

05 September 2021 13:04 0 dîtin
Serokên Îstixbaratên Tirkiye û Sûriyê li Bexdayê dicivin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fidan û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk li Bexdayê bicivin.

Piştî ku çavkaniyên nêzîkî ewlehiya Iraqê, îdia kirin ku Serokê MÎTê Hakan Fidan û Serokê Ewlehiya Neteweyî yê Sûriyê Elî Memlûk wê li paytexta Iraqê Bexdayê hevdîtinekê bikin, di medya Tirk de jî ew îdia hat piştrastkirin.

Rojnameya Tirkiyê ragihandiye ku kesên desthilatdar îdiaya derbarê hevdîtinê de erê kirine.

Serokê Îstixbarata Artêşa Tirkiyê yê berê Îsmaîl Hakkî Pekin ji rojnameyê re gotiye: “Hevdîtina li Bexdayê dikare bibe destpêka pêvajoyeke nû.”

Îsmaîl Hakki Pekin diyar kiriye: “Ji ber qutbûna têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê ji sala 2011ê ku şerê navxweyî dest pê kir her du aliyan ji aliyê madî û menewî xisar dîtin. Wateya pêvajoya ku çend salin ji aliyê welatên navbeynkar Rûsya û Îranê ve tê meşandin nema. Pêvajoya dê bi Hakan Fidan re dest pê bike teqez rêyên dîplomasî û siyasetê dê çalak bike. Dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Herwiha pêwîst e ev pêvajo di çarçoveya têkilyên erênî bi Siûdî Erebîstan, Îmarat û Misirê re were nirxandin. Piştî hevdîtinên Bexdayê dê gavên hîn bi hêz bên avêtin.”

Li gorî medya tirk PKK û mijara koçberan jî babetên sereke yên hevdîtina Fîdan û Memluk in.

Hakan Fîdan û Elî Memluk her dawî di Çileya sala 2020ê de li Moskowê hatibûn ba hev.