Iraq: Hevdîtinên Tirkiye û Sûriyê wê li Bexdayê bên kirin

13 July 2024 12:12 0 dîtin
Iraq: Hevdîtinên Tirkiye û Sûriyê wê li Bexdayê bên kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku ji bo hevdîtinên Tirkiye-Sûriyê li Bexdayê li hev kirin.

Huseyîn herwiha got, ji bo gotûbêjkirina ewlehiya sînor wê meha bê şandek biçe Enqerê.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku beşdarî 75emîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê bû ku li Washingtona paytexta Amerîkayê hat lidarxistin, daxuyanî da çapemeniyê.

"Iraq dixwaze Sûriye û Tirkiyeyê bîne cem hev"

Huseyîn derbarê normalîzebûna Şam û Enqereyê de jî diyar kir ku Iraq di asayîkirina têkiliyên navbera her du welatan de cih digire û got, Iraq dixwaze Sûriye û Tirkiyeyê bîne cem hev.

Herwiha tekez kir ku rêkeftina destpêkê di navbera aliyên Tirkiyê û Sûriyê de ji bo lidarxistina civînekê li paytext Bexdayê hatiye kirin û diyar kir ku heta niha dîrokek nehatiye diyarkirin.

Huseyîn got, “Li ser hevdîtinê pêşwext lihevkirinek hatiye kirin, lê dîrok nehatiye diyarkirin. Dema ku ez vegerim Bexdayê em ê dîrokê diyar bikin."

“Li ser asta serkirdayetiyê, pêwendiyên di navbera aliyên Iraqî û Tirkiyê û aliyên Iraqî û Sûriyê de berdewam in. Me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re jî hevdîtin kir.

Hevdîtin wê bi Tirkiyeyê re bê kirin

Fûad herwiha got, wan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re jî hevdîtin kiriye.

Wezîrê Derve yê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku şandeke Iraqî bi serokatiya wî wê roja 15.08.2024ê biçe Enqerê û bi serokatiya Hakan Fîdan ligel aliyên Tirkiyê bicive û çendîn pêwendiyan pêk bîne.