Serokê Herêmê payebilindê leskerî yê Îngilîz Ed Ahlgren qebûl kir

11 September 2024 14:03 0 dîtin
Serokê Herêmê payebilindê leskerî yê Îngilîz Ed Ahlgren qebûl kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Parastina Leşkerî ya Brîtanya yê Rojhilata Navîn Ed Ahlgren re civînekê pêk anî.

Hate ragihandin ku di civînê de mijarên leşkerî û bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê hatine gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Parastina Leşkerî ya Brîtanya yê Rojhilata Navîn Ed Ahlgren û şanda payebilind a leşkerî ya ligel wî kir.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa dawî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhateyên dawî yên şerê li dijî terorê û plana kiryarên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin.

Hat destnîşankirin ku aliyan li ser wê yekê li hev kirine ku DAIŞ ji bo aştî û aramiya herêmê gefeke mezin e.

Li gorî daxuyaniyê, her du alî piştgiriya hêzên navneteweyî yên li dijî DAIŞê kirine, teqeziyê li ser hevkarî û hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirine û siberoja piştgiriya navneteweyî ya ji bo erkê li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.

Mijarên din a vê civîna ku Konsulê Giştî yê Brîtanya yê Hewlêrê jî tê de amade bûye jî pêwendiyên Brîtanya yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhateyên dawî yên Rojhilata Navîn û gringiya parastina aramiya navçeyê bû.