Almanya: Tanqên Gepard, di Tîrmehê de radestî Ukraynayê tên kirin
PeyamaKurd-Li gorî agahiyên rayedarên Almanyayê, di meha Tîrmeha îsal de dê tanqên zirxpoşî yên bi navê ‘Gepard’ radestî Ukraynayê werin kirin. Hat zanîn ku dê 15 tanq û 59 guleyên van tanqan werin şandin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA), Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht, îro bi hevpîşeya xwe ya Ukraynayê Oleksiy Reznikov re li ser radestkirina tanqan axiviye. Li gorî nûçeyê, Almanya dê 15 tanqên Gepard û 59 hezar guleyên van tanqan bişîne Ukraynayê. Bendewarî ew ku Almanya 50 tanqên Gepard radestî Ukraynayê bike. Hat zanîn ku dê Almanya 7 obusên bi tîpa Pzh 2000 jî radestî Ukraynayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin