Pûtîn: Em ê bi heman sêwazê bersivê bidin DYA û Almanyayê
PeyamaKurd - Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku hewla di nav de mûşekên kruze yên Tomahawk, şandina çekên dûravêj a Washingtonê ya Ewropayê metirsiya derketina qeyraneke mûşekî ya mîna Şerê Sar dihewîne û got: "Wê Rûsya jî bi heman şêwazê bersivê bide vê hewlê."
Beriya Lûtkeya NATOyê ya ku di destpêka vê mehê de li Washingtonê hat lidarxistin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Almanyayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ji 2026an pê ve li Almanyayê mûşekên kruze yên Tomahawk û çekên din ên menzîl dirêj ên DYAyê bêna bicihkirin.
Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku bicihkirina çekên dûravêj a li Ewropayê, pabendbûna DYAyê ya ji bo NATOyê û tevkariya wê ya ji bo pêşîlêgirtina li Ewropayê nîşan dide û hate gotin ku wê di vê çarçoveyê de li Ewropayê mûşekên Tomahawk û çekên hîpersonîk ku niha tên pêşxistin, bêne bicihkirin.
Wê demê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov jî di derbarê vê hewlê de ragihandibû ku wê bersiva Rûsyayê ya li hember vê hewlê, bersiveke leşkerî be.
Qeyrana mûşekan a dema 'Şerê Sar'
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîma bi mebesta roja hêzên deryayî yên Rûsyayê ya li St. Petersbûrgê axivî.
Serokdewletê Rûsyayê destnîşan kir ku ev gava DYA û Almanyayê metirsiya derketina qeyraneke mûşekî ya mîna Şerê Sar dihewîne û got: "Dema frîna van mûşekên ku di siberojê de dikarin bi serikên nukleerî bêne xurkirin a ber bi armancên xaka me bi qasî 10 xulekan e. Ji ber vê yekê em ê kiryarên DYA û peykên wê yên li Ewropa û deverên din ên cîhanê li ber çavan bigirin û li hemberî van kiryaran bergiriyên neynikî bigirin."
Pûtîn diyar kir ku DYAyê bi vê hewlê tengijînê zêde kiriye û dom kir: "DYA, sîstema mûşekên Typhon şand Danîmarka û Fîlîpînan. Ev plana niha ya DYAyê, dişibe biryara NATOyê ya 1979an a şandina mertalên frînê yên Pershing2 ya rojavayê Ewropayê. Ev rewşa niha, bûyerên dema şerê sar tîne bîra me.
Pûtîn di axaftina xwe de hişyariya xwe ya berê dubare kir û diyar kir ku dibe ku Moskow ji nû ve dest bi hilberîna mûşekên nukleerî yên menzîla navîn û kurt bike û heke DYA mûşekên bi heman rengî bîne Ewropa û Asyayê, ew ê li gorî cihên ku ew mûşek lê bicihkirine, rewşê ji nû ve binirxîninin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin