YE ji DYAyê re: Em ê bi tundî bersivê bidin!

04 February 2025 10:34 0 dîtin
YE ji DYAyê re: Em ê bi tundî bersivê bidin!

PeyamaKurd – Ursula von der Leyen ragihand ku eger rêveberiya Amerîkayê ya di bin serokatiya Donald Trump de baca gumrikê ya nû li ser Yekîtiya Ewropayê bisepîne wê bersiveke tund bê dayîn.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen piştî civîna lûtkeya yekemîn a li ser parastinê ya li Brukselê pêk hat, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Von der Leyen bal kişand ku serkirdeyên 27 welatên endamên YEyê li ser mijarên pêwendiyên digel Amerîkayê û herwiha berevaniyê gotûbêj kirine û got: "YE ji bo diyalogeke xurt û çêker bi DYA re amade ye, lê em ji zehmetiyên potansiyel ên di têkiliyên bi DYA re jî haydar in û amade ne. YE wê bi tundî bersivê bide dema ku bi neheqî an jî bi rengekî keyfî were armanckirin."

Leyen bal kişand ser biryara rêveberiya Trump a ji bo sepandina baca baca bilind li ser Kanada û Meksîkayê û wiha got: "Ev bac lêçûnên karsaziyê zêde dike, zerarê dide karker û xerîdaran. Zerara nehewce dide aboriyê û enflasyonê zêde dike. Em nafikirin ku encamek baş ji vê yekê derkeve."