Lavrov: Me Tirkiye hisyar kiriye, em ê bi tundî bersivê bidin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku wan Tirkiye jî hişyar kiriye û ew dê li Idlibê bersiveke tund bidin rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku piraniya deverê kontrol dike.
Lavrov di civîneke rojnamevanî de diyar kir ku sedeme zêdebûna aloziya li Idlibê êrîşên komên çekdar in û ew jî bi biryar in wan bi êrîşên tund rawestînin.
Wezîrê Rûsî herwiha destnîşan kir ku ew li ser rewşa Idlibê bi hemkarên xwe yên tirk re di nav danûstandinê de ne û wiha got:
“Me Tirkiye hişyar kiribû ku emê bersiva êrîşan bidin, lewra rêkeftina Soçiyê agirbesta ligel terorîstan nahewîne nav xwe. Provokasyonên terorîstan bi ser leşkerên çavderên tirk re berdewam kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin