Fermandarê Zêrevanên Sînor: Ji me re ferman hat, emê bi tundî bersivê bidin her êrîsekê
PeyamaKurd - Fermandarê Hêza 1 a Zêrevanên Sînor Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî ragihand ku heger pêgehên wan bibin armanc, dê bi tundî bersivê bidin.
Dilêr Ferzinde Zêbarî got: “Ferman ji me re hatiye ku em bersiva her cure destdirêjeiyekê û êrîşekê bidin.”
Fermandarê hêza zêrevanên sînor beriya niha ragihandibû ku li hin navçeyên sînorî yên Zaxoyê hêzên wan hatine bicihkirin û wan li çend xalên stratejîk ên li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê hêzên xwe bicih kirine.
Herwiha gotibû, hikûmeta Iraqê bi fermî Tirkiye agahdar kiriye ku ew hêz li wan cihan hatine bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin