Îranê gef li Amerîka xwar: Emê bi tundî bersivê bidin
PeyamaKurd - Hêza Deryayî ya Supaya Pasdarên Îranê li ser liv û tevgera hêzên Deryavaniya Amerîkayê li Kendanê û Deryaya Omanê hişyarî da Amerîkayê û got, ew dê bersivên tund bidin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev hişyarî ji bo bersiva beyannameya yekîneya pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê li navçeyê ye û wek bertek li hember daxuyaniyên berpirsên siyasî û serbazî yên Amerîkayê ye.”
Supaya Pasdaran dibêje, “keştiyên cengî yên Amerîkayê li Kendavê ji bo keştiyekî Îranî kêşe derxistine û paşê rêya wê keştiyê vekirine.”
Hêjayî gotinê ye, Çarşemê borî Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihandibû ku 11 botên bilez ên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve li Kendavê nêzîkî keştiyên cengî yên Amerîkayê yên li sînorên navdewletî bûne û tevgerên provakatîv û metirsîdar pêk anîne û piştre ji wan keştiyan dûr ketine.
Hêza Deryayî yên Artêşa Amerîkayê dîmenên vîdeyoyî yên nêzîkbûna botên Îranî belav kiribû, ku bi awayekî bilez ji keştiyên şer ên Amerîkayê nêzîk dibin û tevî ku hêzên Amerîkayê hişyariyê didin wan, lê belê bo dema çend xûlekan li nêzîkî wan keştiyan dimînin.
Supaya Pasdaran jî li ser wê bûyerê dibêje, reftar û tevgerên metirsîdar ên hêzên biyanî li navçeyê wek li ser asayîşa niştîmanî ya Îranê gef in û ji bo wan hêla sor e ku ew dê bersiveke tund bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin