Heya destûra nû ya Sûriyê nê bivîsandin, wê Durzî çekên xwe daneynin
PeyamaKurd – Piştî HTŞê bang kir ku hêzên çekdar çekên xwe deynin û xwe bixin bin sîwana wezareta berevaniya Sûriyê ya nû, serokê Durziyan yê Sûriyê Şêx Hikmet El Hicri daxwuyanî da û got:
“Heya dewlet ava nebe, destûrekî ku mafê me bixe bin garantiyê nê nivîsandin, em qebûl nakin ku sîlihên xwe teslîm bikin. Gelek zûye ku em behsa teslîmkirina çekan li Sûriyê bikin.”
El Hicri got ku heya rêvebiriyekî sîvîl li Sûriyê ava nebe, wê çekên xwe teslîm nekin û weha dewam kir:
“Em behsa dewletekî ku tê de ewlehî û asayiş hebe, dikin, ne behsa dewletekî demkî dikin. Divê ti valahiyekî ku me bi paşde bibe nemîne û ji bo wê pêdiviya me bi avakirina dewleta Sûriyê û çavdêriya dinyayê heye.”
Çekdarên Durziyan di 31.12.2024an de, dema HTŞ xwestibû bikeve herêma Durziyan, îznê nedabûn THŞê û HTŞ mecbûr mabû dagere Şamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin