Rûsya: Hêzên me li Ûkraynayê bajarokekî bi dest xistin
PeyamaKurd - Rûsyayê daxuyand ku hêzên leşkerî li herêma Donetskê ya Ûkraynayê pêşveçûnên xwe didomînin û angaşt ku artêşê li herêma Donetskê wargeheke din jî xistiye bin kontrola xwe.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên Rûsyayê di encama pevçûnên giran ên bi artêşa Ûkraynayê re bajarokê Urojaynoye yê herêma Donetsk bi dest xistine.
Di daxuyaniya wezaretê de di derbarê çalakiyên artêşa Rûsyayê yên li Ûkraynayê de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yekîneyên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê li herêma Donbaskê hêrişên xwe didomînin û wiha hatê gotin: "Di encama çalakiyên serkeftî de, yekîneyên leşkerî yên 'Rojhilat', bajarokê Urojaynoye yê Komara Gel a Donetskê bi dest xistin. Niha li herêmê xebatên paqijkirina mîman didome."
Di daxuyaniyê de ev agahî jî hatin parvekirin: "Artêşa Rûsyayê heta niha 627 froke, 277 helîkoptêr, 27 hezar û 586 frokeyên bêmirov, 551 sîstemên mûşekên parastina hewayî, 16 hezar û 578 tank û maşînên zirxî, 1377 roketavêjên pirlûle, 11 hezar û 885 fîşekên hewayî yên Hewanê û çekên giran bi dest xistine. Di şer û pevçûnan de her wiha 23 hezar û 686 maşînên leşkerî yên taybet hatine îmhakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin