Ûkrayna car din bi fuzeyên DYAyê li Rostovê xist

11 December 2024 22:35 0 dîtin
Ûkrayna car din bi fuzeyên DYAyê li Rostovê xist

PeyamaKurd -  Ûkrayna car din bi fuzeyên DYAyê yên menzîldirêj yên bejayiyê li Rûsyayê li bajarê Rostovê xist lê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê li ser êrîşê daxwuyanî da û got:

“Wê pêngavên pêwist bên avêtin.”

Li gor daxwuyaniya wezareta bergiriya Rûsyayê; artêşa Ûkraynayê vê sibê li devera Rostovê li bajarê Taganrogê li balafirgeha leşkerî, bi fuzeyên ku Rojavayî hilberandine, xistiye. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Di encama lêkolînê de, di êrîşê de artêşa Ûkraynayê 6 heb fuzeyên ATACMSê bikaraniye. Me ji wan 6 heban, 2 heban bi sîstema hewayî ya Pantsirê xist û yên mayî bi sîstema alavên elektronîk berteref kir.

Di êrîşê de ji ber perçên fuzeyan hinek leşker birîndar bûn, 2 avahiyên balafirgehê, 3 otomobîlên leşkerî, di otoparkê de hinek otomobîlên aîdê sîvîlan xesar dîtin. Êrîşên bi fuzeyên Rojavahiyan yên menzîldirêj hatin kirin, wê bê bersiv nemîne. Di mijarê de çi pêwist be, dê bêkirin.”