Rûsya: Ûkrayna bi fuzeyên Îngîltere li Luhanskê xist
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku balafirên şer yên Ûkraynayê bi fuzeyên Îngîltere ku ji wan re şandibû yên bi navê Storm Shadowê, li rojhilatê Ûkraynayê li herêma ku di destê Rûsya de ye, li bajarê Luhanskê li du deverên sanayiyê xistine. Konaşenkov ragihand ku Rûsya balafirên Ûkraynayê xistiye û weha dewam kir:
“Roja 12 ê gulanê siet di 18.30an de balafirên Ûkraynayê bi fuzeyan êrîş birin ser du tesîsên li Luhanskê. Londra berê gotibû ku wê van fuzeyan li hemberê hedefên sîvîl bikarneynin lê Ûkrayna bikaranî. Balafirên Rûsyayê, balafira Ûkraynayê ya Su-24 û balafira jê re eskortî dikir ya Mig-29ê xist.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin