Balyozê Ukraynayê: Em dixwazin Tirkiye jî di nav Komîsyona li Dijî Rûsyayê de cih bigre
PeyamaKurd – Balyozê Ukraynayê yê li Enqerê di paneleke li ser rewşa Ukraynayê de daxwaz kir ku Tirkiye jî di nav Komîsyona li Dijî Rûsyayê de cih bigre.
Balyozê Ukrayna li Enqerê Vasîl Bodnar diyar kir, piştevaniya siyasî ya Tirkiyê ji bo Ukraynayê erênî ye û ev helwest di demên pêş de ji bo sizadana Rûsyayê girîng e.
Bodnar da zanîn, divê civaka navdewletî ji bo lêkolînkirina tawanên şer ên Rûsya bi hev re kar bike û ew dixwazin Tirkiye jî di vê komîsyonê de cih bigre.
Herwiha eşkere kir, ew hewlên navbênkariyê yên Tirkiyê baş dibînin, lê komkijiyên Bucha nîşan didin ku daxwaz û kiryarên Rûsyayê cuda ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin