Kongreya Amerîka ji bo cezakirina Tirkiye û Rûsyayê ket tevgerê
PeyamaKurd – Hejmarek senatorên kongreya Amerîkayê, bi hinceta ku Tirkiye û Rûsya şerê li Libyayê gur dikin, projeyasayekê amade dikin ku herdu welat bên cezakirin.
Kovara Foreign Policy ya Amerîkayê ragihandiye ku senatorên Amerîkî yên Encûmena Nûneran û Kongreya Amerîkayê wê projeya yasaya ku rêveberiya Trump neçar bike cezayan li Tirkiye û Rûsyayê ferz bike, pêşkeş bikin.
Ev hewldan di demekê de ye ku Wezareta Berevaniya Amerîkayê hişyariya belavkirina çekdarên biyanî li Libyayê daye.
Hatiye diyarkirin ku wê yasaya aramiya Lîbyayê ku ji aliyê komîteya kar û barên derve ya Encûmena Nûneran ve tê amadekirin di vê hefteyê de derkeve û cezayan li her du welatan di nava 6 mehan de ferz bike.
Endamekê Encûmena Nûneran ji Foreign Policy re gotiye: "Em naxwazin Rûsya cihê lingekî ku gefan li NATO û Ewropayê bixe li Lîbyayê ava bike..
Kovarê herwiha daye zanîn ku; "Erdogan û Pûtîn dema behsa cezayan dibe, paşde vedikişin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin