Selahattin Demirtas: Xwezî partiyên Kurdan tifaqek çêkiribana!

22 May 2018 14:21 0 dîtin
Selahattin Demirtas: Xwezî partiyên Kurdan tifaqek çêkiribana!

PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de daxuyaniyên girîng dan. Dermirtaş wiha axivî:

“Mixabin di nava HDPê û partiyên Kurdan de tifaqek çênebû. Xwezî me ev tifaq pêk anîbana. Lewra bi rastî jî Kurd hewceyî tifaqeke netewî û dîrokî ne. Gelê me jî tiştekî wiha dixwest. Divîbû ku hemî aliyan fedakarî kiribana. Fedakariya mezin jî li HDPê diket.

Ez di wê baweriyê de me ku bi prensîbên netewî; tevî Huda-Parê, bi hemî partiyan re tifaqek lazim e. Kurd li her derê, bi dijminê xwe re jî li rêya aşîtiyê digerin. Wextê ku Kurd di nava xwe de aşîtiyekê pêk neînin, nakokiyeke mezin çêdibe.”

Di derbarê rayên Kurdan de jî Demirtaş wiha got:

“Ji Kurdên dîndar, herî zêde HDPê rayan distîne. Kurd hem li nasnameya xwe û hem jî li baweriya xwe xwedî derdikevin. Divê ku HDP vê rastiyê bide ber çavên xwe û li gorî daxwaza gelê xwe tevbigere. Ku em bi aliyên çepgir re hevkariyê bikin jî, em nikarin hesasiyetên gelê Kurd jibîr bikin. HDP wê li gorî vê rastiyê bimeşe. Gelê Kurd jî berê xwe nade koma AKP-MHPê an jî SPê. Ez bawer dikim ku HDP wê tifaqa herî mezin pêk bîne.”