Selahattin Demirtas: Erdogan dixwaze Kurdan ceza bike!
PeyamaKurd- Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê partiya HDPê Selahattin Demirtaş got ku ji ber ku Kurdan di 7ê Hezîranê de Erdogan ji îqtîdarê daxistin, dixwaze Kurdan ceza bike.
Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê partiya HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê xebatên xwe yê hilbijartinê didomîne.
Demirtaş vê carê jî rojnameya Amerîkayê ya navdar "New York Times”ê re nivîsek nivîsand û daxuyaniyên girîng dan. Demirtaş got ku ji xeynî Recep Tayyip Erdogan hemî namzetên serokomariyê dixwazin ku ez werim berdan. Lewra ew jî dizanin ku ne ji ber sûcekî, ji ber ku Erdogan berjewendiyên xwe tenê difikire, ez girtî me. Ev nêzîkî 2 salan e ku ez li vir wekî êsîrekî tême girtin. Ji bo pêşerojeke azad û demokratîk divê hemî alî werin cem hev.
Demirtaş wiha berdewam kir: Di 7ê Hezîranê de Erdogan îqtîdar winda kir. Kurdan ew ji îqtîdarê daxistin. Ji ber vê yekê jî dixwaze Kurdan ceza bike. Piştî 7ê Hezîranê li herêmên Kurdan operasyonên leşkerî dane destpêkirin. Lê belê êdî xuya dike ku cezakirin, ne tenê ji bo Kurdan e. Êdî gelê Tirkiyê li her aliyî, heman muameleyê dibîne. Ji ber vê yekê divê hemî alî li dijî îqtîdara otorîter werin cem hev. Bi vî rengî em dikarin rêvebiriya otorîter ji îqtîdarê daxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin