Selahattin Demirtas li ser bûyera saredariya bajarê Wanê bang li Erdogan kir

02 April 2024 21:32 0 dîtin
Selahattin Demirtas li ser bûyera saredariya bajarê Wanê bang li Erdogan kir

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê namzedê Dem Partiyê Abdullah Zeydan hilbijartina şaredariyê qezenc kiribû lê rêvebiriya Hilbijartina Bajarê Wanê bê sedem şaredariyê ji Zeydan sitend û da namzedê AKPê. Li ser mijarê serokê DEPê yê berê Selahattin Demirtaş ji zîndana Edirne bang li serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan kir û got:

“Şeva hilbijartinê we gotibû ku hun ê ji îrada xelkê re rêz bigrin û we peyamê sitendiye. Mixabin bûyerên li Wanê dibin, li gor peyamên we nînin. Bi vî awayî rêz li îrada xelkê nayê girtin. Em bende ne ku hun ber li vê meşandina han bigrin.

Vê kiryara ku li dijî îrada çareserkirina pirsgirêkan ya di rêya diyalogê û bawerîanînê de ye û bê hûqûqiye, em bende ne ku hun weka serokkomarê welat ber lê bigrin.”

Li bajarê Kurdistanê li Wanê namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan %55 dengan sitendibû û diviya bibûya şaredarê mezin yê Wanê. Lê Rêxistina Rêvebiriya Hilbijartinan ya bajarê  Wanê Abdullah Zeydan nekir şaredar û di şûna wî de yê AKPê Abdulahat Arvas kir şaredar.