Erdogan: Em pabendî biryara azadkirina Selahattin Demirtas nabin
PeyamaKurd – Li ser biryara azadkirina DMMEyê ya derbarê Selahattin Demirtaş, Serokomarê Tirkiyê diyar kiriye, ew pabendî biryara azadkirina Selahattin Demirtaş nabin.
Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civîna Desteya Bilind a AK Partiyê de, di derbarê biryara Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirova de axivî û got, hîn proseya hiqûqî ya navxweyî temam nebûye û hîn dadgehên Tirkiyeyê biryarên dawî nedane.
Erdogan daye zanîn:
“Dadgeha Mafên Mirova, derbarê terorê de hemû biryaran dipejirîne, li dijî Tirkiyê biryaran dide û alîgirên xwe diparêze. Em pabendî biryara azadkirinê nabin.’’
Li gor agahiyan, Desteya Rêveberiya AK Partî, biryara lêkolînkirina biryara Ewropayê daye.
Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropayê (DMME) derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş de biryara xwe da û aşkere kir, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî pênc madeyên Peymana Mafên Mirova ya Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin