Demirtas: Erdogan ji bo Kurdan tistekî bi xêr nake!
PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş ji ajansa nûçeyan ya AFPê re axivî û got ku Recep Tayyip Erdogan wê Tirkiyê hê jî bi baş de bibe.
Demirtaş wiha got: Di kampanyaya hilbijartinê de neheqiyeke pir mezin heye. Her kes li derve xebatên xwe bi serbestî dikin. Heta Erdogan hemî îmkanên dewletê bi kar tîne. Lê belê ez li vê derê di girtîgehê de me. Ez li vê derê bi neheqî tême girtin, ez li vir rehîn im.
Demirtaş got: HDP dikare ji bo hikûmeta nû bibe alternatîfek. Erdogan li bo gelê Kurd, ti gavên erênî navêje. Erdogan, ne tenê di pirsa Kurdî de, di mijara azadî û demokrasiyê de jî wê Tirkiyê bi paş ve bibe. Heke azadiyekê bîne, ew jî azadiya Erdogan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin