Erdogan 3 caran serî li DMMEyê da, lê biryara Demirtas nas nake

21 November 2018 15:05 0 dîtin
Erdogan 3 caran serî li DMMEyê da, lê biryara Demirtas nas nake

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku dibêje, ew biryara DMMEyê ya bo Demirtaş nas nake, ji bo xwe 3 caran serî li wê dadgehê daye.

Hat zanîn ku Erdogan di sala 1999an de piştî siza ji bo xwendina helbestekê ji aliyê dadgeha tirk ve hatibû dayîn, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da bi hinceta ku darizandineke adil bo wî nehatiye kirin.

Erdogan cara duyem di sala 2001ê de bi hinceta ku dadgeha tirk biryareke siyasî li ser wî sepandiye, serî li DMMEyê da.

Cara sisiyan jî Erdogan ji bo ku bikare bibe parlamentar di sala 2002yan de serî li DMMEyê da û daxwaza rakirina sizayê li ser xwe ji dadgehê kir.

Hêjayî gotinê ye, Erdogan piştî ku wekî serokwezîrê Tirkiyê hat hilbijartin di sala 2003yan de hemû serlêdanên xwe yên DMMEyê vekişandin.

Karbidestên Yekîtiya Ewropayê dibêjin, li gor madeya 46an a DMMEyê hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) û welatên di statuya berendamtiyê de yên wekî Tirkiyê neçarin biryarên dadgehê bicih werînin.