Demirtas banga daxuyanî û mîtingên hevbes li partiyên opozîsyona Tirk kir!

24 November 2021 15:26 0 dîtin
Demirtas banga daxuyanî û mîtingên hevbes li partiyên opozîsyona Tirk kir!

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê girtî ye, bang li partiyên opozisyona Tirkiyê kir, daxuyaniyên hevbeş û li seranserê Tirkiyê mitîngên hevbeş saz bikin.

Selahattin Demirtaş îro 24ê Mijdarê li ser mijara daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramberî dolarê Amerîkî li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û got: “Qet nebe serokên giştî yên partiyên opozîsyonê ku li parlamentoyê cih digrin bi civîneke hevbeş bang li hikûmetê bikin ku dest ji kar berde û li 7 herêman mitîngan saz bikin û bi gel re daxwaza hilbijartinên pêşwext bikin. Ma qey li pêşiya vê yekê astengiyek heye? Ne îro be kengî?”

Demirtaş çend roj berê jî derbarê daketine nirxê lîreyê Tirkî û rewşa aboriya Tirkiyê de gotibû, ji bo kesên biyanî bikarin samanê sererd û binerd yên welat û keda karker û cotkaran bi erzanî bikirin, hikûmet bi zanebûn nirxê lîreyê Tirkî dadixîne. Navê vê yekê firtotina welat e û netweperestên Tirk vê yekê dikin.