202 kesan bi daxuyaniyeke hevbes pistgirî dan banga Demirtas a ‘Çekdanîna PKKê’
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê ji sala 2016an ve girtî ye, di hevpeyvîneke xwe ya hefteya borî de gotibû; “Ez dixwazim çek werin bêdenikrin û PKK çekan deyne.”
Piştî wê banga Demirtaş a bo çekdanîna PKKê, 202 rewşenbîr, rojnamevan û hunermendan piştgiriya Selahattin Demirtaş kir û daxuyaniyeke hevbeş dan.
Daxuyaniya hevbeş ji aliyên kesayetên wekî Akin Birdal, Ali Nesin, Ertugrul Gunay, Fikri Saglar, Lale Mansur û Zulfu Livaneli û bi tevahî 202 rewşenbîr, rojnamevan û hunermendan ve hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em bangên Selahattin Demirtaş ên derbarê pirsa Kurd û danîna çekan de girîng, hêja û ji dil dibînin.”
Daxuyanîya navborî wiha ye:
“Em nêrînên Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ên derbarê pirsa Kurd û çareseriya wê de, ku di her du hevpeyvînên xwe yên dawî de bang kir, ‘bila tundûtûjî ji siyasetê bê dûrxistin’ û çek bên danîn girîng, hêja û ji dil dibînin.
Em di serî de serokên 6 partiyan bang li hemû partiyên siyasî û aliyan dikin, wek berpirsên HDPê çendîn car gotine, ji bo pirsgirêkên me bi rêya hiqûq û demokrasiyê bên çareserkirin û civaka me bi hemû cudahiyan di nav aştiyê de bijî, bila piştgiriya hewldan û daxuyaniyên aştiyane bikin. Bo nirxandin û pêzanîna civakê bi rêz pêşkêş dikin.”
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, 17ê Tîrmehê di hevpeyvînekê bo T24ê de diyar kiribû ku ew dixwaze PKK dest ji çekan berde û wiha gotibû: “Heger bibe ez dixwazim PKK li hemberî Tirkiyê çekan bêdeng bike û bi giştî dest ji çekan berde, lê mixabin li pêşiya vê yekê du astengî hene.”
Herwiha Demirtaş li ser têkiliya navbera HDP û PKKê jî gotibû: “HDP ne berdevk yan jî alîgirê PKKê ye û pêwendiya HDPê bi PKKê re nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin