Selahattin Demirtas: Têkosîn wê li her derê bidome!
PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş piştî hilbijartinê daxuyaniyek da û got ku em gaveke tenê jî bi paş de venagerin. Em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin.
Namzetê Serokomariya Tirkiyê yê partiya HDPê Selahattin Demirtaş piştî ku encamên hilbijartinê eşkere bûn, li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyên girîng dan. Demirtaş got ku em ê hemî qada sivîl bixin cihê têkoşînê. Em ê siyasetê wergerînin qada çareseriyê.
Demirtaş wiha berdewam kir: Di girtîgehê de xebatên hilbijartinê pir zehmet in. Ev hilbijartin di şertên gelek bêedaletî de çêbû. Lê dîsa jî di hilbijartinê de em bi ser ketin. HDPê bend derbas kir û ez HDPê pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku encamên hilbijartinê li ser xêrê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin