Heyeta DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Selahattin Demirtas re daxwuyanî da

11 January 2025 17:48 0 dîtin
Heyeta DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Selahattin Demirtas re daxwuyanî da

PeyamaKurd – Di rêzehevdîtinên heyeta DEM Partiyê de îro roja hevdîtina heyeta DEM Partiyê û ya hevserokê berê yê HDPê ya Selahahttin Demirtaş bû. Heyet li bajarê Edirneyê di zîndanê de seredana Demirtaş kir. Piştî hevdîtinê Sırrı Süreyya Önder ji bo çapemeniyê got:

“Demirtaş ji bo pêvajoyê desteka bi temamî dide. Eger em niha mijarê çareser bikin, em ê bi 2 terefan çareser bikin. Eger ev derfet ji destê me derê, wê 72 teref tevlî mijarê bibin. Bi taybetî di televîzyonan de, di mijarê tevlihevî têkirin.

Rexne hene ku pêvajoya zelal nameşe. Ne hewceye. Ev ji bo aştiyê xizmetê nake. 40 sale dewam dike ne kûpa boyaxkirinê ye. Ne hewceye kes ji pêvajoyê bikeve nav gumanan.

Eger em niha çareser bikin em ê di 2 hefteyan de bikin. Eger derfet ji destê me here, wê 72 teref tevlî mijarê bibin. Cara ewiliyê em di bingehên hevpar yên zêde de de digihên hev. Piştî seredana Figen Xanimê em ê li Ankara daxwuyaniyekî berfireh bidin.”