Hevserokên DEM Partîyê serdana CHPê kirin û peyama hevkariyê dan!
PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, li navenda CHPê ya Enqereyê civiyan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, piştî serdana CHPê wan jî îro 11ê Çileyê serdana Navenda Giştî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) kir.
Piştî hevdîtina şandên herdu partiyan, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel û hevserokên DEM Partiyê di civîneke rojnamevanî de axivîn.
Ozgur Ozel da zanîn ku ew di civînê de, li ser mijara hilbijartinên herêmî û çend mijarên din axivî ne û got, "Ev gavên ewil ên têkiliya navbera herdu partiyan e. Emê pêwendiyên xwe yên ligel Dem Partiyê ku partiya sêyemîn a parlamentoyê, li ber raya giştî bi awayekî şefaf berdewam bikin.”
Herwiha Ozel diyar kir ku ew bi timî li dijî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyan e û sîstema qeyûm red dikin.
Tuncer Bakirhan jî bal kişand ser çareserkirina pirsa Kurd û diyar kir, ew pirsa her kesekî li vî welatî ye û divê bê çareserkirin.
Herwiha Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî di axaftina xwe de got ku wan li navenda CHPê hevdîtineke li ser hevkariya hilbijartinên herêmî pêk aniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin