Îhtimala serê Çîn û Taywanê zêde dibe: Bi nûçeya serdana Pelosî re metirsî gihîst lutkeyê!

31 July 2022 20:36 0 dîtin
Îhtimala serê Çîn û Taywanê zêde dibe: Bi nûçeya serdana Pelosî re metirsî gihîst lutkeyê!

PeyamaKurd – Di nav çend rojên dawî de, metirsîya rûdana şerê Çîn û Taywanê ku Çîn serxbixwebûna Taywanê red dike û wekî parçeyekî xwe dibîne, her kêlî zêde dibe.

Bi taybet piştî nûçeya serdana Seroka Encûmena Nûnerên Amerîkayê Nancy Pelosî bo Taywanê, asta rageşiya Çîn-Taywanê li Başûrê Deryaya Çînê gihîştiye lutkeyê. Nivîsgeha Pelosî jî di daxuyaniya derbarê serdanê de, bêyî behsa Taywanê bike behasa serdana wê ya Japonya û Sîngapurê kiriye.

Herî dawî şeva borî Çînê rahênaneke leşkerî li Kendava Taywanê da destpêkirin û aliyê Taywanê jî hevdem rahênan kir û dest bi bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî kir.

Îro 31ê Tîrmehê jî di medya Çînê de, daxuyaniyên xistina balafirên Taywanê ji zarê hin propgandîstên Çînê hatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê beriya niha jî fikarên bo rageşiya li Kendava Taywanê anîbûn ziman û ragihandibû ew dê piştevaniya Taywanê bikin.