Rûsya: Li kendavê îhtimala derketina sere zêde dibe
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, aşkere kir ku li Kendavê rewş xeter e û îhtimala şerekî li wê deverê zêde dibe.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Zaxarova di civînea rojnamevaniyê ya heftane de, derbarê rewşa li kendavê û sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê de axivî. Mariya Zaxarovayê derbarê rewşa li Kendavê ragihand ku rewş cihê nîgeraniyê ye û îddîa kir, “Em xwedî wê dîtinê ku Amerîka ji bo derxistina şer li hincetan digere.”
Zaxarova herwiha da xuyakirin, Amerîka ji bo bidestxistina piştevaniya raya giştî berî hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020an, aloziya li wê herêmê zêdetir dike û got, “Rewş ber bi xeteriyê ve diçe û îhtimala pevçûna leşkerî zêde dibe.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê biryara sizayan a Amerîkayê li dijî Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf, got, “Amerîka, li şûna bikaranîn navgînên dîplomatîk, tenê dizane sizayan bisepîne.”
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf li lîsteya sizayan hatiye zêdekirin. Di vê çarçovê de tê astengkirin ku Zarîf xwe bigihîne hebûnên xwe yên madî yên li Amerîkayê û tê qedexekirin ku welatiyekî Amerîkayê ti peywendiyeke bazirganî li gel Zerîf pêk bînin.
Wezîrê Derve yê Îranê jî li hemberî vê biryara Amerîkayê, li ser hesaba xwe ya medya civakî, got ku ti mal û milkekî wî li Amerîkayê nîn e, ji ber hindê ti bandoreke wê biryara sizayan a Amerîkayê nabe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin