RAPIRSÎN | Ji serê pandemiyê ve daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî zêde dibe
PeyamaKurd – Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) rapirsînek li ser fêrgehên ziman bi Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê re amade kiriye belav kir û li gorî rapirsînê, di nava Kurdên seranserê cîhanê de ji serê pandemiyê ve daxwaza fêrbûna zimanê zikmakî zêde dibe.
Rapirsîna Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) li gel beşdarên fêrgehên zimanê Kurdî yên MED-DERê hatiye kirin û li gorî rapirsiyê ji serê pandemiyê ve daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî zêde dibe ku sala 2020an de bi awayekî online 292 kesan serî li fêrgehê dane, di sala 2021ê de 397, di 2022yan de 803 kesan serî li fêrgehê dane ku rêveberên MedDerê dibêjin tevî hemû êrîş û zextan Kurd dest ji zimanê xwe bernadin.
Li gor Hevserokê MED-DERê Rihat Ronî daye zanîn: “99 sal in mafê perwerdehiyê yê Kurdan nehatiye nasîn. Saziyên ziman hatine girtin û axaftina bi Kurdî bûye sedema zindanîbûnê. Divê mafê ziman were nasîn.”
Hat ragihandin ku îsal bi awayekî rûbirû û online ji Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê, ji 43 bajaran û ji welatên Ewropayê û Amerîkayê, ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, ji seranserê cîhanê Kurd serî li fêrbûna zimanê Kurdî dane ev yek bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.
Herwiha Koordînatorê Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk Sabrî Kiliç destnîşan kiriye: “Wek Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê, her sal em lêkolînan ser zimanê Kurdî dikin û rapirsî didin nîşan ku Kurd di her şert û mercan de daxwaza zimanê xwe dikin û dixwazin fêrî zimanê xwe bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin