ENKS bi daxuyaniyekê daxwaza rawestandina serê li Qamislo dike
PeyamaKurd – ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaza rawestandina şerê li taxa Tey ya Qamişlo dike.
Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) li Sûriyê di daxiyaniyê de diyar kir, ji ber êrîşkirina mîlîsên Berevaniya Niştîmanî li ser xaleke hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ku bi ya PYDê bi nav kir, şer ji roja sêşema bûrî ve li Taxa Tey ya Qamişlo berdewam e.
ENKSê destnîşan dike, ji ber wî şerî bi hezaran malbat ji wê taxê koçberî taxên din bûne û hejmarek welatiyên wê taxê û taxên derdorê şehîd û birîndar bûn e û tirsek ketiye nav welatiyan.
Herwiha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, daxwaza rawestandina bilez ya şer û parastina welatiyan kir û eşkere kir, divê derfet bi wan kesan nedin ku dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên deverê de dirust bike, û bang li pêkhateyan kir ku bi berpirsyaretiya xwe rabin û gotara kînê û jihevcudakirinê red bikin û aştiya civakî biparêzin.
Êvara borî li Qamişlo, di navbera Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên bi navê Berevaniya Niştimanî de agirbest hat ragihandin.
Agirbesta li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, îro di saet18.00an de destpê kir û heta sibê saet 10.00ê dê berdewam de. Agirbest di bi navbeynkarî û çavdêriya Rûsyayê hat ragihandin.
Aloziya vê dawiyê ya li Qamişlo, ji şeva Sêşemê 20ê Nîsanê derdora saet 22:00an ve destpê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin