Amarên herî dawî yên koronayê li Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) belav kir û ragihand, di 24 saetên dawiyê de 74 haletên tûşbûnê hatin tomarkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Herêma Kurdistanê amarên dawî yên koronayê li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (12760) kes in. Niha tenê (944) kes li (33) cihên cuda di kerentînê de mane, (205) kes li Hewlêrê, (63) kes li Silêmaniyê, (676) li Duhokê. Herwiha (11816) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (329) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
Di 24 demjimêrên bûrî de (1152) pişknîn hatin kirin, (268) li Hewlêrê, (482) li Silêmaniyê, (400) li Duhokê û (2) li Germiyanê.
Derencam: Di 24 demjimêrên bûrî de, kesekî canê xwe jidest da, (4) nexweş baş bûn û (74) pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Li parêzgeha Hewlêrê (29) kes. Li parêzgeha Silêmaniyê (45) kes.
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (1089) kes in, jê (19) haletên mirinê hene û (448) kes jî bi temamî baş bûne û niha tenê (622) nexweş di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşiyê li Wezareta Navxwe û tîmên bijîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike pabendî rênimayên tenduristîyê bin, ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin.
Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin