Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên vîrusa koronayê ragihand

30 October 2020 18:30 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê amarên dawî yên vîrusa koronayê ragihand

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1002 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 25 kesan jî wefat kiriye.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji 1002 pêketiyên nû 427 kes li Hewlêrê, 163 kes li Silêmaniyê, 38 kes li Germiyanê, 11 kes li Raperînê, 331 kes li Duhokê û 23 kes li Helebceyê ne.

25 kesên ji koronayê mirine jî 7 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 1 kes li Raperînê, 8 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 532 kes jî di 24 demjimêrên dawî de ji nexweşiyê baş bûne ku ew jî 105 kes li Hewlêrê, 20 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê, 360 kes li Duhokê û 15 kes li Helebceyê ne.

Tevî van amaran li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 75336 kesan, ya mirinan bû 2431 kes û 42608 kes jî baş bûne.