Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa Koronayê hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û kesekî jî can da.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê, li navçeyên Rêveberiya Xweser di nava rojekê de 80 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, 42 mêr û 38 jî jin in û herwiha 49 jê li Reqeyê, 10 li Minbicê, 6 li Tebqayê, 5 li Kobanê, 7 li Qamişlo û 3 jî li Amûdê ne.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, di 24 saetên dawî de kesekî bi Koronayê can da û 16 pêketiyên Koronayê jî ji wê vîrusê baş bûn.
Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, li navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser yê li Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê, heta niha hezar û 791 kes bi Koronayê ketine û ji wê hêjmarê 68 kesan can dane û 476 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin