Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa Korona hat ragihandin

23 September 2020 11:36 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa Korona hat ragihandin

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di 24 saetên dawî de, 95 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin,

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên dawî de, 95 kesên din bi Korona ketine, 41 ji wan zilam û 54 kes jî jin in.

Ciwan Mistefa da zanîn, 23 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 18 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes li Rimêlan, kesek li Amûdê, kesek li Til Temir, 5 kes li Kobanî, 14 kes li Reqayê, 4 kes li Minbic û 4 kes li Tebqayê bi Korona ketine.

Herwiha di 24 saetên borî de, 13 nexweşên Koronayê jî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne.

Ji destpêkê ve heta niha, 1304 kes li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine, ku 55 kes ji wan can dane û 363 kes jî baş bûne.